Gelo CHP di kêşeyên Sûrî û Kurdan de dikare bibe alternatîfa Tirkiyê?
Ev demek dirêj e CHP polîtîkayên desthilatê rexne dike ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê. Niha jî hewl dide xwe bike wek alternatîfekê. Li gorî Husnî Mahallî rojnamegerê Sûriyê wê Kiliçdaroglu ji bo vê yeke di nêzîkte biçe Bexda û Şamê. Li gorî rojnameger Ceyda Karan jî divê CHPê ne tenê bi Şam û Bexdayê re, her wisa bi Hewlêr û rêveberiya Qamişlû re jî pêywediya xwe xur bike.
K24- Stebol
Ev demek dirêj e CHP polîtîkayên desthilatê rexne dike ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê. Niha jî hewl dide xwe bike wek alternatîfekê. Li gorî Husnî Mahallî rojnamegerê Sûriyê wê Kiliçdaroglu ji bo vê yeke di nêzîkte biçe Bexda û Şamê. Li gorî rojnameger Ceyda Karan jî divê CHPê ne tenê bi Şam û Bexdayê re, her wisa bi Hewlêr û rêveberiya Qamişlû re jî pêywediya xwe xur bike.
Bi salane ji aliyê eniya muxalî ya parlamentoya Tirkiyê ve polîtîkaya Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn û Sûriyê bi tundî tê rexnekirin. Di van demen dawîn CHP xwe amade dike ku li dij van polîtîkayên desthiata Tirkiyê li herêmê xwe bike wek alternatîfekê. Gele ji bo çareseriya kêşeya li Sûriyê CHP dikare pêngavekê bike? Li gorî rojnamegerê nêzîkî Dewleta Sûriyê Husnî Mahallî, ev yek mimkûn e. Ew dibêje; CHP yekem car koferanseke navdewletî birêve biriye li ser Sûriyê. Heta niha CHP partiyeke asê bû di nava xwe de, zêdetir bi arîşeyên polîtîkayên navxweyî ve mijûl dibû. Bi boçûna Mahallî, piştî hilbijartnên herêmî CHPê nasnameyeke nû peyda kiriye û dest bi avêtina gavên navdewletî kiriye. Heta di nêzîkte eger e Kiliçdaroglu biçe Şamê jî.
Husnî Mahallî (rojnamegerê sûrî), dibêje:"Kiliçdaroglu ji berê de dixwaze warekî nîqaşê ava bike di nava Tirkiye, Tahran, Şam û Bexadê de. Dixwaze meseleyên van 4 welatan ne bi mudaxeleyên ji derve, di nava xwe de çareser bikin. Jê re jî OBIT tê gotin yanî Rêxistina Hevkariyê û Aştiyê ya Rojhilata Navîn. Ev konferansa Sûriyê gaveke giring e, digel hemû nakokiyên ku di nava xwe de dihewîne jî gaveke serkeftiye ji bo CHPê. Texmîn dikim di demek nêzîkte wê Kemal Kiliçdaroglu serdana Şamê, Bexdayê û Tehranê bike."
Li gorî rojnameger û nivîskara Cumhuriyetê Ceyda Karan jî, hikûmeta Tirkiyê bi polîtîkeya xwe ya şerxwaziyê li heremê pêşiya gelek tiştan girtiye. CHP dikare vê nêzîktêdayîne bişkîne û polîtîkayeke alternatîf ya li ser aştiyê jî hilberîne. Karan dibêje; Ne tenê Şam, Kiliçdarogu divê biçe Bexdayê jî, ji ber ku di nava Bexda û Hewlerê de jî kêşe hene. Li ser hîmê vîzyoneke nû divê CHP pêywendiya xwe bi Hewlêrê re jî xurt bike.
Ceyda Karan (nivîskara rojnameya Cumhuriyetê) got:"Bi baweriya min divê CHP bi Hewlerê re pêywendiyên xwe xurt bike û li Rojava jî her wisa. Lê li Rojava kêşeya revabûna temsîliyetê heye. Bi baweriya min CHP dikare pêşengiyeke wiha jî bike; wek mînak, bi rê û rêbazên xeyrî fermî dikare bi rêvebriya Qamişlû re bikeve pêywendiyê û ji wan bixwaze ku xwe nêzîkitrî hikûmeta Sûriyê bikin. Ji bo her welatî karibe vîzyoneke wiha deyne, dikare ji bo çareseriya kêşeyan jî bibe xwedî perspektîfekê."
Bi boçûna Mahallî û Karan, CHP hewl dide û li formûlan digere ji bo çareseriya kêşeya Sûriyê û ya Kurdan. Ji bo wê karekî gelekî zore. Ji ber ku ev partî avakara komara Tirkiyê ye. Hêvkêşeyeke têra xwe giran e ji bo CHPê. Bi belavkirin û şikenadinê nikare bi ser meseleya Kurdan û ya Sûriyê de biçe. Bi baweriya wan, CHP dixwaze qenalekê veke li heremê da karibe bibe alterantîfa polîtîkayên şaş ên Tirkiyê.