Plana Başkirina Rojhilat û Pirsgirêka Kurd

Li Diyarbekirê ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê (DÎSA) yê ve derbarê "Plana Başkirina Rojhilat û Pirsgirêka Kurd" de panelek hat li dar xistin. Axaftvanê Panelê nîvîskar û lêkolîner Mehmet Bayrak got; ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê heta îro her tim li dijî Kurdan plan hatine amade kirin lê Kurdan jî tû caran dest ji têkoşîna bidestxistina mafên xwe yên rewa bernedae.

K24- Amed

Li Diyarbekirê ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê (DÎSA) yê ve derbarê "Plana Başkirina Rojhilat û Pirsgirêka Kurd" de panelek hat li dar xistin.  Axaftvanê Panelê nîvîskar û lêkolîner Mehmet Bayrak got; ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê heta îro her tim li dijî Kurdan plan hatine amade kirin lê Kurdan jî tû caran dest ji têkoşîna bidestxistina mafên xwe yên rewa bernedae.

Li Diyarbekirê ji aliyê Enstîtûya Dîsayê ve derbarê "Plana Başkirina Rojhilat û Pirsgirêka Kurd" de paneleke hat lidarxistin. Nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî beşdarî panelê bûn. Nivîskar û lêkolîner Mehmet Bayrak axaftvanê panelê bû. Bayrak, derbarê Pirsgirêka Kurd de nêzî 40 pirtûk nivîsandine. Bayrak got, heta ku "Plana Başkirina Rojhilat" baş neyê nirxandin pirsgirêka Kurd jî nayê fêhimkirin.

Mehmet Bayrak (nivîskar û lêkolîner), got: Plana Başkirina Rojhilatdi sala 1925'an bi awayeke veşartî hatibû amadekirin. Dema em li pêvajoyê piştî amadekirina planê jî dinihêrin em dibînin ku polîtîkayeke li gorî planê hatiye meşandin û hîn jî tê meşandin. Vê planê ji bilî, agir, hêstirên çavan û xwînê zêdetir tiştek neda vî welatî. Esas armanca vê planê asîmîlasyonkirina Kurdan bû û hîn jî ev polîtîka didome lê ji bilî zirarê tişteke din nade tu kesê."

Nivîskar û lêkolîner Mehmet Bayrak, "Plana Başkirina Rojhilat" weke kelepçeyeke destê Kurdan pênase dike û dibêje, ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê heta îro rêveberên Dewletê li dijî çand, ziman, aborî û rêxistinên Kurdan de planên veşartî amade kirine û her xwestiye ku Kurdan asîmîle bike. Yek ji rêveberên Enstîtûya Dîsayê û Mamosteyê Beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun jî got; pêwîst e Tirkiye dest ji siyaseta li dijî Kurdan berde da ku bikaribe wekî dewletên pêşketî bihêz be.

Vahap Coşkun (rêveberê enstîtûya dîsayê û akademîsyen) dibêje:"Dema ku em li "Plana Başkirina Rojhilat" dinêrin em dibînin ku îro ev plan tê meşandin. Li gorî nêrîna me ji planê jî xûya dike ku ji Kurdan tiresekî wan heye û dibêjin; heger Kurd bi zimanê xwe bihaxivin, çanda xwe bijîn û xwe birêve bibin ev ji Dewletê re xetereyeke mezin e. Di 1925'an de ev wisa dinirxand îro jî wisa dinirxîne."

"Plana Başkirina Rojhilat"  di sala 1925'an de ji aliyê rêveberiya Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan hat amadekirin. Ev plan ji 28 xalan pêk dihat.  Plan bi giştî li dijî çand, ziman û rêxsitinên Kurdan hatiye amade kirin. Plana ku ji beriya 94 salan hatibû amadekirin hîn jî tê nîqaşkirin û wekî planekî li dij mirovahiyê tê dîtin.