Siwêd: Divê Tirkiyê êrîşa xwe rawestîne

Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand, divê Tirkiyê êrîşa xwe rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand, divê Tirkiyê êrîşa xwe rawestîne.

Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde ji K24ê re ragihand ragihand, wan di civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa de pêşniyaz kir, dorpêçên çekan û pêwîstiyên leşkerî ji aliyê tevahiya welatên Ewropayê ve li ser Tirkiyê bên danîn. Piraniya welatan piştgîrî li pêşniyaza wan dikin û hin welatan jî dorpêç danîn ser Tirkiyê.

Aşkere kir jî, wan wek Siwêdê çend sal in wan çek nefirotine Tirkiyê.

Ann Linde da zanîn, niha piraniya welatiyên Ewropa êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û niha hewl didin ku hevkariyên mirovî bigihînin birîndar û koçberên Rojavayê Kurdistanê.

Wezîra Derve ya Siwêdê got jî: Divê Erdogan guh bide biryarên welatên cîhanê yên derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de û divê êrîşê rawestîne.  

 

 

S. B