Êrîşî du balafirxaneyên Erebistana Siûdî hat kirin; kuştî û birîndar hene

Balafirxaneya Ebhayê
Balafirxaneya Ebhayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Balafirvaniyê ya Sivîl a Erebistana Siûdî ragihand ku di encama du êrîşan de bo ser her du balafirxaneyên navdewletî yên Ebha û Şah Xalid, sê kes hatin kuştin û 36 kesên dî jî birîndar bûn.

Desteya Giştî ya Balafirvaniyê ya Sivîl a Erebistana Siûdî îro Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di rojên Sêşem û Çarşemê de (6 û 7ê Cotmeha 2026ê), pareka saziyên her du balafirxaneyên navdewletî yên Ebha û Şah Xalid bûne amanca du êrîşan, tîmên rizgarkirinê û aliyên peywendîdar yekser li gorî planan serederî ligel rewşê kirin.

Li gorî wê daxuyaniyê, zirarên canî yên wan êrîşan bi vî rengî bûn:

- Balafirxaneya Navdewletî ya Ebhayê: Bû sedema kuştina du kesan, ku xwecihên wî welatî ne û hilgirên nasnameyên Mexribî û Cezayirî bûn, herwesa 28 kes jî birîndar bûne, ku welatiyên Erebistana Siûdî û du biyanî (xwediyên nasnameyên Bengiladişî û Fîlîpînî) bûn, birîna hin ji wan jî dijwar e.

- Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid: Bû sedema kuştina kesekî xwecih ê Sûdanî, herwesa heşt kesên dî jî birîndar bûn (pênc welatiyên Erebistana Siûdî, du kesên xwediyên nasnameya Misrî û kesekî xwediyê nasnameya Pakistanî).

Desteya Balafirvaniyê ya Sivîl a Erebistana Siûdî amaje bi wê yekê jî kir ku hemî birîndar bi lez bo nexweşxaneyê hatine veguhastin ji bo wergirtina çareseriya pizîşkî ya pêdivî, herwesa êrîşan zirarên madî jî li pey xwe anîne.

Di dawiya wê daxuyaniyê de tekez hatiye kirin ku ew deste bi hevahengiya berdewam ligel aliyên ewlehiyê kar dike, ji bo texmînkirina qebareya ziraran û bicihanîna hemî rêkarên pêdivî bi merema parastina canê geştyar û karmendan û misogerkirina ewlehiya geştên esmanî yên şahnişînê.