Li Hewlêrê bi hezaran dar bo keskkirina bajarî tên çandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daxuyaniyeka Parêzgeha Hewlêrê, bi merema xweşikkirin û bilindkirina astê keskatiyê di bajarî de, proseyeka berfireh a çandina daran dest pê kiriye û biryar e heta dawiya vê mehê bi hezaran dar li cihên cuda cuda bên çandin.

Parêzgeha Hewlêrê îro Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku tîmên Birêveberiya Endazeya Parkan a girêdayî Parêzgeha Hewlêrê dest bi çandina bi sedan darên ji cûnên (Sîsem û Narwend) kiriye, li her du cihên diyarkirî yên Cadeya 60 Metrî û bin Keleha Dîrokî ya Hewlêrê.

Li gorî plana birêveberiyê, ev hilmet dê berdewam be û heta dawiya Cotmehê dê bi hezaran dar li dever û taxên cuda cuda yên girêdayî Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ve bên çandin. Herwesa Endazeya Parkan tekez kir ku bi alîkariya welatiyan, rêxistinên jîngehî û çalakvan zêdetir pêngavan ji bo berfirehkirina rûberê keskatiyê li tevahiya bajarî diavêjin.

Di dema salên borî de, pirsa zêdekirina keskatiyê li Hewlêrê bûye yek ji karên serpişk ên aliyên peywendîdar, daku Hewlêr bigehe standardên cîhanî û bilindkirina rêjeya keskatiyê bo di ser 20% de. 

Pisporên warê jîngehê jî tekez dikin ku ji ber guherîna keşûhewayê, germaya dijwar a werzê Havînê û diyardeya tozbarînê, pêşxistina daristanan û çandina darên guncayî ligel jîngeha deverê (mîna Sîsem û Narwend), roleka bingehîn di kêmkirina pileyên germayê, pakijkirina bayê bajarî û rûbirûbûna bandorên neyînî yên biyabanbûnê de dilîze.