Nexweşxaneya Til Temirê: Pêwîstî bi dermanan heye
Peyamnêrê K24ê li nexweşxaneya Til Temirê ragihand, di encama êrîşên esmanî yên Tirkiyê de 12 birîndar gihîştin nexweşxaneya Til Temirê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li nexweşxaneya Til Temirê ragihand, di encama êrîşên esmanî yên Tirkiyê de 12 birîndar gihîştin nexweşxaneya Til Temirê.
Peyamnêrê K24ê Îslam Yûsif da zanîn, îro ji encama bombebaran artêşa Tirkiyê ser gundên Menacîr û Aliyê yên Til Temirê de, zêdetir ji 10 birîndaran gihîştin nexweşxaneya Til Temirê ku di nava wan de jî zarok hebûn.
Amaje bi wê kir, li naxweşxaneya Til Temirê kêmaniya dermanan û pêwîstiyên neştergeriyê hene, loma hin çareseriyên destpêkî ji birîndaran tên kirin, piştre jî bo nexweşxaneyên Qamişlo û Hesekê têne veguhastin.
Dr. Mehcob li nexweşxaneya Til Temirê ji K24ê re diyar kir, heta niha û li gor amarên fermî, 663 birîndar, 220 kes şehîd bûne, di nava wan de 14 karmendên tenduristiyê şehîd bûne. Herwiha 2 xalên bijîşkî yên li derveyî bajaran hatine bombebarankirin.
Dr. Mehcob bang li rêxistinên navdewletî û li tevahiya cîhanê kir, ku riyên mirovî bo bajarê Serê Kaniyê vekin, ta ku birîndaran bînin nexweşxaneyan.
Herwiha Dr. Dilo Mihemd jî ji K24ê re diyar kir, piraniya birîndarên îro gihîştine nexweşxaneya Til Temirê, gewdê wan şewitî bûn
Ji aliyê xwe ve îro, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji destpêka êrîşa Tirkiyê de û heta niha 218 kes şehîd bûne, di nava wan 35 zarok hene û 636 kes jî birîndar bûne.
-
S. B