Wezîrê derve yê Firansayê gehişte Hewlêrê

Can Êv Lodiryan, wezîrê derve yê Firansayê gehişte Hewlêr û ji alîyê Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê û berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

K24- Hewlêr

Can Êv Lodiryan, wezîrê derve yê Firansayê gehişte Hewlêr û ji alîyê Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê û berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Ev çarem serdana Can Êv Lodiryan, wezîrê derve yê Firansayê ye bo Hewlêr. Di vê seredanê de li gel serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikumetê kom dibe.

Li gora zanyarîyan, armanc ji seredanê gengeşekirina pirs û nîgeranîyên Firansayê ye derbarê wan 12 hezar çekdarên Daişê ku niha li Rojavaya Kurdistanê di zanîdanê de ne û bi egera hêrişa Tirkiyê metirsîya wê yekê heye careke din rêkxistîya Daişê ser hel bide.