Bi wêne.. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê xwenîşandan li Belcîka encam dan.
Kurdistan Her çar parçe yên Kurdistanê li Belcîka xwenîşandan li pêş wê avahîyê encam dan ku serkirdeyên Ewrûpayê têde bi rêve diçe.
K24- Hewlêr
Kurdistan Her çar parçe yên Kurdistanê li Belcîka xwenîşandan li pêş wê avahîyê encam dan ku serkirdeyên Ewrûpayê têde bi rêve diçe.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Belcîkayê ragehand, xwenîşanderên Kurd dirûşmên dij bi hêrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê digotin û daxwaz dikirin, rêgirîyê bikin ji hewlên Enqereyê bo guhertina demogirafîya Rojavaya Kurdistanê.
Wek di dirûşmên wan de xuya ye, hêrişa Tirkiyê şermezar dikin û tekez dikin ku ewa Tirkiye dike beranber Rojavaya Kurdistanê cînosayîde û ragirtina wê pêwîstî bo û pêngavên bilez in.


