Amnesty: Tirkiye û çekdarên bi ser ve, tewanên şer encam didin

Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê (Amnetsy International) diyar dike, ku Artêşa Tirkiye û çekdarên bi ser Tirkiye ve, di Operasyona Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê de, gelek sivîl kuştin e, tewanên şer encam dan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê (Amnetsy International) diyar dike, ku Artêşa Tirkiye û çekdarên bi ser Tirkiye ve, di Operasyona Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê de, gelek sivîl kuştin e,  tewanên şer encam dan e.

Amnesty di navbeyna 12 heta 16ê Cotmehê de ligel karmendên tendirustiyê û herweha karmendên hawarçûnê, rojnamevan, karmendên mafên mirovî yên herêmî û navneteweyî jî dinav de bi 17 kesan re axaft, qeydên vidyoyî û raporên tendirustiyê nirxand.

Di rapora xwe de Amnesty dinivîse, ku: Ligor zanyariyên hatine komkirin, di malekê, di firinek û di dibistanekê de kiryarên tund ên binpêkirinên mafên mirovî û tewanên şer hatine encamp dan. Heman tewan hemberî deverên sivîl pêkhatin e. Ev kiryar, bi belge di destê me de ne. Kuştina dirindeyî ya siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef ji alî grûba Ehrar El-Şerqiya, ku ji alî Tirkiye vet ê piştevanî kirin jî, bi belge di destê me de ye.

Di dawiya raporê de tê gotin: Tirkiye ji berpirsiyariya tewanên şer nikare bireve!

 

 

 

C.B