Zarokên Rojavayê Kurdistanê daxwaza aştiyê dikin
Zarokên bajarokê Tirbesiyê li dijî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê li nava bajêr dest bi çalakiyeke sivîl kirin û bi riya mûzîkî û stranan dixwazin dengê xwe bigihînin, ku gelê Rojavayê Kurdistanê û zarok daxwaza aştiyê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê vê çalakiyê de hunermend Kenan Kenho ji K24ê re ragihand, wan wek Peymangeha Sîmî bi vê çalakiyê rabûne ta ku peyamekê bidin cîhanê û bibêjin em miletekî aştîxwaz in û şer nexwazin û herwiha ev şerê li ser me heye, bê rawestandin.