Emerîka Hêzên zêdetir vediguhêze Îraqê
Emerîka dixwaze tevaya hêzên xwe ji Suriyê ve veguhêze bo rojaya Îraqê.
K24- Hewlêr
Emerîka dixwaze tevaya hêzên xwe ji Suriyê ve veguhêze bo rojaya Îraqê.
Di kongireyeke rojnamevanî de, Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehand, weha xuyaye ku di demeke nêzîk de tevaya hêzên xwe ji Suriyê veguhêzîn bo rojavaya Îraqê bi armanca berdewamîyê li berengarbûna Daişê li Îraqê û hevkarîkirina hêzên xwe li wî welatî.
Wezîrî bervanîya Emerîkayê got jî: Hêzên me nêzîkî hezar serbaz in û di çend heftîyên dahatî de tevaya wan dê veguhêzîn Îraqê.
Ev di demekê de ye li gel destpêkirina operasyona artêşa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, li 9/10/201, Emerîkayê pişkek ji hêzên xwe ji bakûra Suriyê û Rojavaya Kurdistanê vekişandin, ku ev jî wek pişkek ji rêkkevtina Tiramp û Erdogan dihê hejmartin ku ev rêkkevtin, li hindûr û derve jî, bû cihê rexneyeke mezin li biryara Tiramp.