HSD: Emerîka berpirse ji wê komkujî ya ku niha li bakûra Suriyê çê dide

Fermandeyê giştîyî Hêzîn Suriya Demokrat (HSD) Emerîka tuhmetbar dike bi wê yekê ku berpirse ji wê komkujî ya ku niha li bakûra Suriyê rû dide.

K24- Hewlêr

Fermandeyê giştîyî Hêzîn Suriya Demokrat (HSD) Emerîka tuhmetbar dike bi wê yekê ku berpirse ji wê komkujî ya ku niha li bakûra Suriyê rû dide.

Mezlûm Ebdî, fermandeyê giştîyê HSDyê, di dîdarekê de li gel kenala NBCnews de, bi tundî rêkkevtina di navbera Tirkiyê û Emerîkayê de rexne kir û ragehand: Ew rêkkevtin dibe sedema kuştina bi milyonan Kurd û derbiderkirina bi milyonên din.

Got jî: Mezintirîn cinosayîd dibe di evê sedeyê de û ev hemû jî li pêş çavên hêzên Emerîkayê rû didin.

Herweha fermande4yê HSDyê tekez dike, ku Emerîka berpirsyarê serekî ye ji ewa li bakûra Suriyê çê dibe, çunku pênc salan di şerê Daişê de, me bawerî bi wan kir û niha komkujî li pêş çavên wan dihêt encamdan û ew jî ti kar nakin bo rawestandina wê komkujîyê.

Ev rexneyê Mezlûm Ebdî, di dmekê de ye, ku di destpêka rêkkevtina Emerîka û Tirkiyê de, nav hatî ragehandibû ku wan rêkkevtin qebûle û haydar in jî, ji wê rêkkevtinê.