Wezîrê navxweyî: 5 hezar aware gihane Herêma Kurdistanê

Rêber Ehmed wezîrê navxweyî yê hikumeta Herêma Kurdistanê di kongireyek rojnamevanî ya hevpişik de ragehand, ku Ji alîyê Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê hatîne raspartin, bi baştirîn şêwaz amadekarîyê bikin bo pêşwazîkirinê ji aware û penaberên nû.

K24- Hewlêr

Rêber Ehmed wezîrê navxweyî yê hikumeta Herêma Kurdistanê di kongireyek rojnamevanî ya hevpişik de ragehand, ku Ji alîyê Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê hatîne raspartin, bi baştirîn şêwaz amadekarîyê bikin bo pêşwazîkirinê ji aware û penaberên nû.

Rêber Ehmed ragehand jî, serok wezîran, wezaretên peywendîdar raspartîye bo evê karî û Herêma Kurdistanê jî amadeye xelkê bi cih, cihê bi wan di kempan de veke.

Rêber Ehemed di kongireya rojnamevanî de behsa wê yekê jî kir, ku weku komîteya bilinda wezarî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, li gel nwênerên teva rêkxistîyên taybet bi penaberan yên ser bi Neteweyên Yekbûyî li Îraq û Herêma Kurdistanê kombûyîne û gengeşeya pirsa aware û penaberan kirîye.

Hevdem behsa rewşa wan awaran jî hat kirin ewên ku niha di kempên Herêma Kurdistanê û derveyê herêmê jî dijîn.

Ragehand jî ku NY alîkarîyên darayî bo penaberan kêm kirîye û nemaze jî xercîyên mamosta û xwîndingehên nav kempên awareyan.

Wezîrê navxweyî bi pêwîst dizane ku hikumeta Herêma Kurdistanê li gel Neteweyên Yekbûyî, Îraqê han bidin ku kareke cidî bike li ser evê pirsê.

Tekez jî kir, sera wê yekê k u rewşa Herêma Kurdistanê li gor pêwîst nîne, lê amadene aware û penaberên nû wergirin û daxwaz ji civaka navdewletî, NY û Îraqê jî kir, zêdetir alîkarîya mirovî û darayî ya Herêma Kurdistanê bikin.

Aşkera jî kir, rojane çend ser aware û penaberên nû ji Rojava ya Kurdistanê dihên nav axa Herêma Kurdistanê û heya niha hejmara wan gihane 5 hezar aware û penaberan.

Ji alîyê xwe ve Marta Riyodas, rêkxer a bilinda Neteweyên Yekbûyî bo karûabarên mirovî li Îraqê, di wê kongireya rojnamevanî de ragehand, wan li gel Herêma Kurdistanê derbarê karkirinê li ser pirsê mirovî dîrokeke baş heye.

Xuay jî kir , di kombûna evro de, pirsa bersivdana dosê ya penaberan û awareyên nû gengeşe kirin e, ku renge bi sedema rewşa xiraba Suriyê ber bi Herêma Kurdistanê bihên.

Hevdem supasîya hikumeta Herêma Kurdistanê kir, ku di dema burî de hejmareke mezin ji penaberan di kempên Herêma Kurdistanê de vehewandin e.