Li Şemzînanê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, li Navçeya Şemzînanê ya Colemergê leşkerakî wan di şer de cane xwe ji dest daye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, li Navçeya Şemzînanê ya Colemergê leşkerakî wan di şer de cane xwe ji dest daye.
Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê di daxiyaniyekê diyar kir, li Navçeya Şemzînan di şerê li dijî gerilayên PKKê de, leşkerekî wan canê xwe ji dest daye û leşkerek jî birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniyê, leşkerên Tirkiyê li navçeya Şemzinanê derketine operasyonê û di dema operasyonê de bûn, rastî êrişa gerilayên PKKê hatine.
Da zanîn, di encama êrişê de du leşker birîndar bûne û paşê jî leşkerekî birîndar canê xwe jidest daye.
S. B