Trump: Kurd li navçeyên din tên bicihkirin
Serokê Amerîka Donald Trump di nûtirîn tiwtt de ragihand, “Agirbesta di navbera Tirkiye û Kurdan de bi başî hat bicihkirin. Kurd li navçeyên din tên bicihkirin. Amerîka dest danî ser petrolê. Hêzên me vedigerin welat.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump di nûtirîn tiwtt de ragihand, “Agirbesta di navbera Tirkiye û Kurdan de bi başî hat bicihkirin. Kurd (HSD) li navçeyên din tên bicihkirin. Amerîka dest danî ser petrolê. Hêzên me vedigerin welat.”
Donald Trump nivîsî: “Mark Esper ji min re got: Agirbest bi başî hat bicihkirin. Hin giriftên biçûk hebûn, bilez hatin çareserkirin. Kurd li navçeyên din tên bicihkirin. Leşkerên Amerîkî li cihên şer û navçeyên agirbestê nîn in. Me dest danî ser petrolê. Leşker vedigirin welat.”
Ev twitta Serokê Amerîka piştî wê yekê tê, artêşa Tikiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve îro derbasî Serê Kaniyê bûn û dagîr kirin.
Hevdem jî, îro dawî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bajarê Serê Kaniyê derketin.
S. B