SANA: Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayan Serê Kaniyê dagîr kir
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, îro artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bajarê Serê Kaniyê dagîr kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, îro artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bajarê Serê Kaniyê dagîr kir.
Ajansa “SANA” belav kir, piştî derketina karwanek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bajarê Serê Kaniyê, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve, ew bajar bi temamî dagîr kir.
Îro jêderekî berpirs ragihand, karwaneke HSDê ji bajarê Serê Kaniyê derket û ber bi Hesekê ve çû.
Li gor zanyariyên medyayî, vekişîna vê karwana HSDê ji Serê Kaniyê, di çarçova rêkeftina ku Amerîka û Tirkiyê roja 17ê vê mehê îmze kiribû tê.
Li gor wê rêkeftinê, divê hêzên HSDê ji navçeyên sînorî vekişe û bi kûrahiya 32 K.M ji sînorê bi Tirkiyê ve dûr bikeve.
Herwiha ji bo bicihkirina wê rêketinê, 120 demjimêr hatin diyarkirin û di vê di wê heyamê de HSD vekişe.
Li gor ajansa “SANA”, vekişîna HSDê ji Serê Kaniyê piştî wê yekê tê, duhî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû, Tirkiye rê nade HSDê hêzên xwe ji Serê Kaniyê vekişîne û astengiyan dirust dike.
Mezlûm Ebdî ragihand jî, Tirkiye pabendî rêkeftina agirbestê nabe. Heger Tirkiye pabendî rêkeftinê nebe, ewê wê rêkeftinê bi “plangirî” li dijî hêzên xwe binav bike.
S. B