Erdogan: YPG venekişe emê bi tundî êrîş bikin

Serokomarê Tirkiyê dibêje, herêma ewle ji Cerablûsê heta sînorê Iraqê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, herêma ewle ji Cerablûsê heta sînorê Iraqê ye û bi kûrahiya 32 kîlometre ye. Heger YPG di moleta vê agirbestê de ji herêmê dernekeve, ewê bi tundî careke din dest bi operasyonê bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro ragihand, "Bi vê operasyonê, senaryoyên emperyalist yên li ser herêmê hatine jinavbirin. Bi vê gavê ewlekariya sînorên me û yekparçeyiya axa Sûriyê hatiye parastin.”

Got jî: “Rêkeftina 17'ê Cotmehê ya bi Amerîkayê re, serkeftineke dîplomasî ye ku bingeha wê ji hebûna me ya meydanî digre. Di çarçoveya rêkeftinê de, pêwîst e di heyama 120 demjimêran de herêma ewle ku me ragehandiye bi tevahî were valakirin.”

Erdogan tekez kir, Heger YPG di moleta vê agirbestê de ji herêmê dernekeve, ewê bi tundî careke din dest bi operasyonê bikin.

Erdogan sînorê herêma ewle ya ku dixwaze dirust bike da zanîn û got: “Ji bakur ber bi başûr ve 32 K.M, ji sînorê Iraqê heta Cerablûsê 444 K.M herêma ewle ye. Emê vê derê biparêzin. Me plan û projeyên xwe çêkirine û em gavên xwe davêjin. Em naxwazin careke din tiştên wek Minbicê werin dubarekirin."

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin jî, ewê roja Sêşemê jî li Soçî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re derbarê herêma ewle de gotubêjan bikin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment