Wezareta Derve ya Amerîka: Me hîna biryara dawiyê bo hêzên xwe li Sûriyê nedaye
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Washingtonê hîna biryara dawiyê derbarê mana hêzên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê nedaye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Washingtonê hîna biryara dawiyê derbarê mana hêzên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê nedaye.
Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Amerîka tekez kir, îdareya Amerîka li ser awa û çawaniya karkirina bi şervanên Kurd re ku hevpeymanên Washingtonê di şerê li dijî DAIŞê de ne, negihîştiye biryara dawiyê.
Ev piştî wê yekê tê, îro Şanderê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jaffery li civîna Encûmena Nûneran li Kongressa Amerîkî di gotarekê de ragihand, ewê niha dikin, diyarkirina siyaseta me ya di dahatiyê ye, ji bo gerentîkirina jinavbirina DAIŞê û piştre bijardeyên derbarê mana hêzên me li Sûriyê guftûgo dikin.
S. B