Neteweyên Yekbûyî pêşawazîyê li rêkeftina Rûsya û Tirkiye dike

Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li rêkeftina Rûsya û Tirkiye kir derbarê rojavaya Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Neteweyên Yekbûyî pêşwazî li rêkeftina Rûsya û Tirkiye kir derbarê rojavaya Kurdistanê.

Cêgirê peyivdarê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûy, Ferhan Heq ragehand, ew pêşwazîyê  li her karekî dikin ku alîkar be bo kêmkirina asta tundîyê û paraztina sivîlan li ser bingeha peymana Neteweyên Yekbûyî û yasaya nêvdewletîya mirovî.

Got jî, ew haydarin ji danûstandinên Rûsya û Tirkiyê derbarê rewşa bakura rojhelata Sûriyê.

Ferhan Heq li ser zimanê sekretêrê giştî yê Netewe yên Yekbûyî gotêye, ku rêya vedîtina çareyeke rasteqîne ji kirîza Sûryê re hêj dûr û dirêje.

Di derbarê vegera penaberan de jî got, divê vegera wan ewle be û ne dibin fişaran de be. Li gor gotina wî jî,  ew rewşa wê navçeyê ji nêzîk ve dişopînin.