Mîlîşîyayên ser bi Tirkiyê ve sivikatîyê bi termê jineke şervan dikin
Çalakên torên civakî girteyeke vîdyoyî belavkirine, ku têde xuya dine mîlîşîya yên ser bi Tirkiyê ve sivkatîyê bi termê jine şervaneke Kurd dikin.
K24- Hewlêr
Çalakên torên civakî girteyeke vîdyoyî belavkirine, ku têde xuya dine mîlîşîya yên ser bi Tirkiyê ve sivkatîyê bi termê jine şervaneke Kurd dikin.
Di wê vîdyoyê de, yek ji çekdarên ser bi Tirkiye, ku li rêza feyleqa Mecd e, şanazîyê bi kuştina hejmareke şervanên Kurd dike û di dîmenekê de, yek ji çekdarên ser bi Tirkiyê sivikatîyê bi termê jine şervanekê dike.
Kurdistan24 li ber bêzeverî ya reftarên çekdarên ser bi Tirkiyê ve, wê girteya vîdyoyî belav nake.
Ev bûyer li ser asta mêdya ya cîhanî giringî û pûteyeke baş pê re hatîye dan û çalakên torên civakî amaje bo wê yekê dikin, ku Mîlîşîya yên ser bi Tirkiyê ve berdewam in li pêşêlkirina mafên mirov û tawanên ceng dijî sivîlên Kurd û termên şervanan û girtî û yexsîran encam didin.