Emerîka: Li bakura Suriyê tawanên ceng hatîne encamdan

Emerîka ragehand, herçende belgehên weha nekevtîne berdestan ku biselmîn e Tirkiyê cînosayîd encam daye, lê tawanên ceng û cînosayîd ji alîyê mîlîşyayên hevpeymanên wê hatîne encamdan.

K24- Hewlêr

Emerîka ragehand, herçende belgehên weha nekevtîne berdestan ku biselmîn e Tirkiyê cînosayîd encam daye, lê tawanên ceng û cînosayîd ji alîyê mîlîşyayên hevpeymanên wê hatîne encamdan.

Berpirseke bilind ji rêveberîrya Donald Tiramp, serokê Emerîkayê, bê ku navê wî bihêt bi ajansên nûçeyan ragehandîye, Tirkiyê dilnîyayî daye Emerîkayê ku tawanên ceng û cînosayîd dijî Kurd li bakûra Suriyê ne hatîye encamdan.

Her di wê çarçoveyê de, duhî şanderê Emerîkayê bo karûbarên Suriyê, Cîmis Cêfrî, di dema rûniştina komîte ya karûbarên derve di Civata Nwênerên Emerîkayê de ragehand: Min ti belgehek dest nekevtîye derbarê encamdana cinosayidê ji alîyê Tirkiyê ve.

Got jî: Hevwelatî aware bûne û revîyane, ew gelek nîgeran in, wek me. Bi sedema mîlîşîya yên çekdarên li gel artêşa Tirkiyê ne û me hinek bûyer dîtine ku wek tawanên ceng dihên hejmarkirin.

Herweha got: Berpirsên Emerîkayê derbarê raporta pêşêlkarîyên Tirkiyê û mîlîşîya yên wê daxwaza ruhinkirineka hûr ji Tirkiyê kirin e.

Herweha tekez jî kir, Emerîkayê dest kirîye bi vekolînê derbarê wan raportên behsa bikarhînan Fisforê Sipî dike dijî gelê Kurd.