Herêma Kurdistanê dibe penageha aware û penaberan

Li gel destpêkirina hêrişên Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê zêdetir ji 10 hezar kesan ber bi Herêma Kuridstanê hatîne, ev di dmekê de ye ku berê 229 hezar hevvwelatî yên din yên Rojavaya Kurdistanê û Suriyê li Herêma Kurdistanê akincîne.

K24- Hewlêr

Hoşeng Mehemed, rêveberê giştî yê navenda berengarbûna Qeyranan li Herêma Kurdistanê, bi Kurdistan24 re ragehand: Li Herêma Kurdistanê 38 kempên awareyan hene û niha kempeke din dê vekîn li Berdereş taybet  dibe bi awareyên Rojava ya Kurdistanê.

Got jî,  niha 791 hezar awareyên navxweya Îraqê li Herêma Kurdistanê hene, herweha 229 hezar penaberên Rojavaya Kurdistanê û Suriyê jî li Herêma Kurdistanê akincîne. Ewên niha jî ji Rojavaya Kurdistanê ber bi herêma Kurdistanê hatîne hinek ji wan li ser sinûr in û hejmara wan ji 10 hezar kesan zêdetire.

Amaje bi wê yekê jî kir, pişkek ji wan awareyên vegerabûn deverên Îraqê, bi sedema nebûna xizmetguzarî û nebûna aramîuê û tirsa serhelvedana Daişê, careke din vegerîyane Herêma Kurdistanê.

Xuya jî kir, Ev kempên ku li Herêma Kurdistanê hatîne damezirandin hemû wek penagehên bilez bûn, lew kiwalîtîya wan bilind nîye û xercîyên wan jî geleke, çunku her çend mehan carekê , divêt çadir bihên guhertin. Bo guhertina sîstema kempan jî me li Neteweyên Yekbûyî gotûbêj kirîye.