Hemîd Hacî Derwêş koça dawîyê kir

Hemîd Hacî Derwêş, damezrênerê yekem partîya Kurdî li Suriyê, koça dawîyê kir.

K24- Hewlêr

Hemîd Hacî Derwêş, yeke ji damezrênerên yekem partîya Kurdî li Suriyê, koça dawîyê kir.

Evro, berê sipêdê Ebdulhemîd Derwêş Hacî, sekretêrê, Partîya Demokrata pêşveroya Kurd li Suriyê di temenê 89 salîyîyê de li bajarê Qamişlo koça dawîyê kir. Derwêş yek ji kevintirîn sîyasetvanên rojavaya Kurdistanê bû û yek ji damezrênerê yekem partîya Kurdî bû li Suriyê li sala 1957 bi navê (El Partî li Suriyê.

Hemîd derêwş di çend dêran de:

- Li sala 1930 li bajarê Dirbêsiyê ji dayîk bûye.

- Damezrênerê yekem partiya Kurde li sûriyê1957 (El Partî).

- Li  sala 1963  partiyeke nû damezrand û ji wê demê ve Sekretêrê Partiya Pêşverû ye.

- Li sala 1990-1994 endam perlemana Sûriyê bû.

- Li  2005 postê cîgirê serokê koma Ilan Dîmeşiq  wergirt ku li dijî rijîma Esed bû.2011 di nva ENKS de  bû. – Li 2014 serokatiya şanda Kurdî li danûstandinên Cinêv 2 kir.

- Li 2015 partiya wî ji nav ENKSyê xwe vekişand.