HSD: Tirkiye û mîlîşyayên wê ve agirbestê dişkînin û êrîş dikin
Peyvdarê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Gabriyêl Kîno radigihîne, mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve êrîşî ser 3 gundên Serê Kaniyê û agirbest şikandiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Gabriyêl Kîno radigihîne, mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve êrîşî ser 3 gundên Serê Kaniyê dikin û agirbest dişikînin.
Gabriyêl Kîno di daxuyaniyekê de ragihand, tevî ku hêzên wan pabendî agirbestê û vekişandina ji herêmê bûne, lê dewleta Tirkiye û mîlîşyayên ser bi wê hîna agirbestê binpê dikin û êrîşî gundan dike.
Diyar kir, ji vê sibê ve çekdarên mîlîşyayan bi piştevaniya artêşa Tirkiyê êrîşeke bejahî ya berfereh ser gundê Menacîr, Esediye û Misêrfê dikin û didin ber topan, ku di encamê de bi hezaran sivîl koçber bûne.
Gabriyêl Kîno vê êrîşa mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve bi şikandina agirbestê dizane û dibêje: di dema ku HSD bi agirbestê pabend e, lê ji mafê wê ye berevaniya rewa li xwe bike.
Herwiha Peyvdarê HSDê, berpirsatiya şikandina agirbestê stûyê artêşa Tirkiyê û daxwaz ji gerentîkar Amerîka dike destêwerdanê bike, ta vê êrîşê rawestîne.
S. B