Mezlûm Ebdî: Em hin bendên lihevkirina Putin û Erdogan qebûl nakin
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, ew hin bendên lihevkirina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan qebûl nakin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, ew hin bendên lihevkirina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan qebûl nakin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li bajarê Hesekê civîneke çapemeniyê lidar xist û mijara agirbest û lihevkirina li Soçiyê nirxand.
Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand, heta niha ti lihevkirinên wan bi Tirkiyê re çênebûn, tenê agirbest heye, lê tevî vê yekê jî grûpên ser bi Tirkiyê ve agirbestê binpê dikin û êrişên xwe didomînin. Herwiha Ebdî bang li welatên garantîkar kir, erkên xwe yên li hemberî van binpêkirinan pêk bînin.
Ebdî li ser lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsya de ya li Soçiyê got, wan li ser vê mijarê bersiv û daxwazên xwe pêşkêşî Rûsya kirine û got: "Em bendên wê hemû qebûl nakin, hin bend hene fikarên me li ser hene, ji ber ku ew li dijî berjewendiyên gelê me ne."
Amaje bi pêwendiya wî bi Serokê Amerîka Donald Trump kir û da zanîn, wî spasiya Trump kir j ber ku şer rewastandiye. Trump jî jê re tekez kiriye, dê hêzên Amerîkî bimînin, lê niha cihên wan tên guhartin.
Her di wê derbarê de diyar kir, ew niha bi Amerîka çawaniya hevrêziya hevbeş bo jinavbirina şaneyên nivîstî yên DAIŞê gengeşe dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand jî, HSDê bi çareseriya siyasî ya Sûriyê re ye, lê bi mercê taybetmendiya HSDê di nava artêşa Sûriyê de hebe.
S. B