Trump: Dem hatiye Kurd biçin navçeya petrol lê heye

Serokê Amerîka Donald Trump di twitteke nû de tekez kir, pêwendî bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re kir û ragihand, niha dema wê yekê ye, şervanên HSDê biçin kêlgehên petrolê biparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump di twitteke nû de tekez kir, pêwendî bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re kir û ragihand, niha dema wê yekê ye, şervanên HSDê biçin kêlgehên petrolê biparêzin.

Donald Trump li Twittera xwe nivîsî: “Ez bi axaftina bi Mezlûm Ebdî re dilxweş bûm. Ew rola Amerîka bi girîngî dizane. Ez jî karê wan bi girîngî dizanim”

Trump got jî: Dibe ku niha dema wê yekê hatiye, Kurd berê xwe bidin naçeya petrolê.

Serokê Amerîka amaje bi wê jî kir: “Rê nadin bi çi awayekî DAIŞ careke din destê xwe dane ser kêlgehên petrolê.”

 

S. B