Heştemîn Marasona Nêvdewletîya Hewlêrê destpêkir

Evro Heştemîn Marasona Nêvdewletî ya Hewlêrê destpêkir bi siponserîya mîdyayî ya Kurdistan24ê. Pêşbînî dihêt kirin nêzîkî 5 hezar kes pişikdarîyê di Maraonê de bikin û 350 xarderên bîyanî jî ji seranserê cîhanê ve bo pişikdarîkirinê hatîne Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Ji sala 2011 ve Marasona Nêvdewletîya Hewlêrê salane birêve diçe û ev sala heştêye û bûye yek ji Marasonên bawerpêkirî di cîhanê de û hejmareke mezin ji bîyanîyan pişikdarîyê têde dikin.

Di Heştemîn Marason a Nêvdewletîya Hewlêrê de, sê berekanê li ser sê astên cuda dihên encamdan û 150 navbijîkar pişikdarîyê têde dikin.

Berekanê ya malbatî dirêjahîya wê 4 Km e li Parka Samî Ebdulrehman birêve diçe û ev berîkanêye tenê bo pişikdarîyê ye.

Nîv Marasonî jî dibe ku 12 Km e, ji şeqma 40M destpêdike û xala dawîyê jî di nav parka Samî Ebdulrehman dibe û her sêyên yekem xelat hene.

Marasona temam ku li gor yasa û rênimayîyên cîhanî dibe û dirêjahîya wê 42 Km û 195 M dibe. Ev Marason piranîya wan kesên pirofîşînal in çar caran li derdora şeqama 60m dizivirin.