Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di rêkeftina welatan de ne diyar e

Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, rewşa Rojavayê Kurdistanê bi awayekî aloz û ne diyar e û rêkeftinên welatên bihêz ên cîhanê derbarê pêşeroja Kurd de jî ne diyar e û nizanin li ser çi hatiye rêkeftin û pêşeroja Rojavayê Kurdistanê çawa dibe.

K24 – Qamişlo

Derbarê rêkeftina di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû, hin xalên wê rêkeftinê hene ji aliyê wan nayin qebûlkirin û wan têbîniyên xwe ji Rûsyayê re birê kirine.

Her di derbarê wê rêkeftinê de Endamê Polîtburoya PDK-Sê Muhsin Tahir ji K24ê re got: “Daxuyaniya Mezlûm Ebdî ne zelal e. Em wek PDK-S dibînin, gelê me li pêş gelek bijardeyine gelekî zehmet de ye. Dive em bijardeya ku ziyana wê li ser gelê me kêm be bigirin, ew jî ku em berê gelê xwe nedin şerekî ku ti qazanc wî tê de nîn e.”

Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê Telal Mihemed dibêje: “Artêşa Tirkiyê û grûpên pê ve girêdayî heta niha şer ranewestandine. Metirsiya HSDê jî ew e, heger ew xwe vekişînin, kî yê gel biparêze? Li vir gerentî ji aliyê Rûsyayê ve pêwîst e, ku gele vegere ser mal û mikên xwe û jiyana wan ne di metirsiyê de be.”

Herwiha got: “Di vê rêkeftinê de, rêkeftina Edeneyê hatiye binavkirin, ew rêkeftin jî rewatiyê dide artêşa Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Rêkeftina Edeneyê bo tunekirina gelê Kurd e.”