John Kerry: Trump xiyanetî li Kurd kir
Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka John Kerry rexne li awayê serederiya Serokê Amerîka Donald Trump bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di dosya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de digire û dibêje: “Washingtonê ziyaneke mezin dîtiye”
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka John Kerry rexne li awayê serederiya Serokê Amerîka Donald Trump bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di dosya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de digire û dibêje: “Washingtonê ziyaneke mezin dîtiye”
John Kerry di hevdîtinekê bi kenala “CNN” a Amerîkî de got: “Me ziyan dîtiye. Trump xiyanetî li Kurd kiriye, Kurd li ser erdê hevpeymanê me bûn, rola wan a sereke di şikandina DAIŞê de û parastina sînorê bi Tirkiyê re hebû, di demekê de Tirkiyê red kir sînorê xwe li pêş hatina DAIŞê bigire.”
Herwiha got: “Niha Serok Trump bi vekişîna hêzên Amerîkî ji navçeyên sînorî hevkarî bi Erdogan re kiriye û rê daye Erdogan tiştê di operasyona leşkerî ya Tirkiyê dixwaze bidest bixe pêşkêşî wî kiriye. Ev bûyereke ne asayî ne û bi sedema wê me ziyan dîtiye.”
Herwiha dibêje: “Ziyan wê demê bû, dema di twitta xwe de nivîsî ku ew ji hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne. Dema wiha kir, Amerîka pêgeha bo çareserkirina krîza Sûriyê bi Rûsyayê jidest da. Ti karekî dîplomasî li pişt vê yekê nebû, ev jî şermezariyek e û dîmen jî çêrokê vedibêje.”
Wezîrê Derve yê Amerîka yê ber amaje bi wê dike, “Niha em alên Rûsyayê li ser binkeyên Amerîkî dibînin, ev dîmen jî ziyana mezin a me dîtiye şîrove dike. Di rastiyê de, niha Serokê Iraqê li ser zarê xelkê dibêje, hemû xelk dipirse, ma hevpeymaniya bi Amerîka re dê çi lê bê?”
S. B