Hevserokê Şaxa Mûşê ya HDPê hate zindanîkirin
Hevserokê Şaxa Mûşê ya HDPê Murat Balkaya û digel du endamên din ên HDPê berî niha sê rojan hatibûn binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Şaxa Mûşê ya HDPê Murat Balkaya û digel du endamên din ên HDPê berî niha sê rojan hatibûn binçavkirin.
Piştî lêpirsîn bi wan re hat kirin, bo Dadgehê hatin veguhastin û hatin dadkirin.
Dadgeha Mûşê bi tohmeta bangeşekirina PKKê biryara zindanîkirina Hevserokê Şaxa Mûşê yê HDPyê û edamekî HDPyê da.
Binçavkiriyê din yê HDP jî bi kontrola dadî hate azadkirin.
Roja 21ê vê meh jî, li Rihayê 66 endam û berpirsên HDPê hatibûn desteserkirin. Dadgeha Rihayê jî bi tohmeta endambûnê di rêza PKKyê de biryara zindanîkirina 30 kesan dabû.
S. B