KCKê helwesta xwe ji rêkeftina Rûsî – Tirkî ragihand
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rêkeftina Tirkiye û Rusyayê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de red dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rêkeftina Tirkiye û Rusyayê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de red dike.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, peymanên Amerîka û Rûsya yên yên bi Tirkiyê re bêyî viyana Kurdan hatine kirin û nayên qebûlkirin.
KCK hebûna hêzên Rûsya û Sûriyê ya li ser sînor qebûl dike, lê dibêje, vakişîna HSDê û gerên hevbeş ên hêzên Tirkiye û Rûsyê ya li ser sînor ne cihê qebûlê ye.
Herwiha KCK tekez dike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bi berxwedaniyeke dîrokî bersiva rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê bide.
Roja 22ê Cotmeha 2019an Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî têgihîştineke îmze kiribû, yek ji xalên wê jî ew e ku hêzên HSD/YPGê 30 K.M ji sînor vekişin.
Herwiha piştî vekişîna HSD/YPG jî, Rûsya û Tirkiyê dê gerên hevbeş encam bidin.
S. B