Koçberên Serê Kaniyê di rewşeke xerap de dimînin
Êş û azarên xelkên Serê Kaniyê berdewam in, xelkên ku êşa topbaran û dagîrkirina bajarê xwe ji bîr nekirine, niha êşa koçberiyê diksinin.
K24 – Heseke
Êş û azarên xelkên Serê Kaniyê berdewam in, xelkên ku êşa topbaran û dagîrkirina bajarê xwe ji bîr nekirine, niha êşa koçberiyê diksinin.
Koçberên Serê Kaniyê yên ku di dibistanên bajarê Hesekê de bicih bûne di rewşeke zehmet de dijîn. Tevî zehmetiyan, jî li xelkên Serê Kaniyê dibêjin ku ew bi tenê dixwazin vegerin malên xwe.
Li hember hejmara mezin ya koçber û derbideran, alikariyên ku li ser wan tenê bilavkirin kêm in, nemaze ku ta nuha tu alikarî ji aliyê rexistinên navdewletî ji koçberan re nehatine pêşkêş kirin.
Li gor amarên Rêveberiya Xweser, ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, zêdetir ji 300 hezar kesî ji gund û bajarên xwe koçber û derbider bûne û piraniya wan di dibistanan de hatine bichkirin.