HDP: Şikestina Tirkiyê li Sûriyê xizmeta aştiyê dike
Hevserokê HDPyê radigihîne, binketina Tirkiyê li Sûriyê, dikare pêvajoyeke nû ya çareseriyê bi xwe re bîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPyê radigihîne, binketina Tirkiyê li Sûriyê, dikare pêvajoyeke nû ya çareseriyê bi xwe re bîne.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî dibêje, êdî li Sûriyeyê bêyî Kurdan çareserî ne pêkan e. Siyaseta Tirkiyê ya di derbarê Sûriyeyê de şikestin xwariye.
Temellî diyar kir, ev binketina Tirkiyê li Sûriyê, dikare di nava sînorên Tirkiyê de pêvajoya çareseriyeke demokratîk û destûrek nû ya demokratîk bi xwe re bîne. Dema Tirkiye li Sûriyeyê bişke dê pêwîstiya wê bi siyaseteke nû hebe.
Ji aliyê xwe ve, Hevseroka HDPê Perwîn Pulden li Diyarbekirê behsa êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, AK Partî dibêje, Kurd biryarên me ne. Ev çi biratî ye. Ewên tên kuştin, Kurd in. Ewên dibine penaber, Kurd in. Ewên tên zîndanîkirin, Kurd in. Ewên xaka wan tê dagîrkirin, dîsa Kurd in.
S. B