Mesrûr Barzanî serxweşiyê li Wezîrê Plandanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê yê xezûrê Wezîrê Plandanê Dr. Dara Reşîd peyameke serxweşiyê arasteyî wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê yê xezûrê Wezîrê Plandanê Dr. Dara Reşîd peyameke serxweşiyê arasteyî wî kir.

Di peyama serxweşiyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye:

Bo birêz Wezîrê Plandananê Dr. Dara Reşîd

Bi mixabinî me nûçeya koça dawiyê kak Xazî Yûnis Uzeyrî xezûrê te bihîst. Pirse û serxweiyê li te dikim û hêvîdar im xwedêwê mezin bi buhiştê şad bike û aramî û dilniyayê jî bide we û malbata wî.

 

S. B