Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan metirsiyên serîhiladana DAIŞê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Robert White kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Robert White kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, guftûgo li ser rewşa Iraqî û navçeyê hate kirin.

Şanda mêvan pesnê qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da û tekezî li pabenbûna Amerîka bo piştevanîkirina li Herêma Kurdistanê û bi taybet hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna serîhildana DAIŞê de kir, ku li çend navçeyên Iraqê hewla xwerêkxistin dike û gefeke cidî li ser xelkê ye.

 

S. B