5 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin
Di bombebarankirina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, 5 çekdarên DAIŞê li gundekî bakurê Kerkûkê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di bombebarankirina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, 5 çekdarên DAIŞê li gundekî bakurê Kerkûkê hatin kuştin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî cihekî DAIŞê li nêzîkî gundê Kelorî yê ser bi bajarokê Pirdê ve li bakurê Kerkûkê bombebaran kir û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin.
Amaje bi wê jî da, ew bombebarana firokeyên Hevpeymanan piştî wê yekê hat, ku zanyariyên îstixbaratî li ser wî cihê DAIŞê hebûn.
Her îro jî, li gor medyaya Amerîka, Rêveberê DAIŞê Ebo Bekir Bexdadî li Idliba Sûriyê di êrîşeke artêşa Amerîka de hatiye kuştin.
S. B