Li derdora Serê Kaniyê şer heye
Şer û pevçûn ji sê aliyan ve di navbera şervanên HSDê û çekdarên mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê de li derdora Serê Kaniyê derketiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn ji sê aliyan ve di navbera şervanên HSDê û çekdarên mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê de li derdora Serê Kaniyê derketiye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji 3 aliyan ve şer li navçeyên Bab El Xêr û Mirîkîz yên Serê Kaniyê di navbera çekdarên mîlîşyayan û HSDê derketiye.
Herwiha da zanîn, şerekî dijwar jî li gundê Dawûdiyê ya di navbera Serê Kaniyê û Til Temirê de derketiye.
Li gor agahiyên Rewangehê, di encama şer de 6 şervanên HSDê û 9 çekdarên mîlîşyayan canê xwe jidest dane.
Ji aliyê xwe ve, medyaya nêzîkî HSDê belav kiriye, tevî ragihandina agirbestê, lê artêşa Tirkiyê gundê Bab El Xêr dide ber topan.
Ev şer di demekê de ye, roja 22ê vê mehê lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatiye îmzekirin û li gor wê rêkeftinê hêzên Polîsa Rûsî li wê herêmê belav dibe.
Herwiha pêştir jî, hêzên artêşa Sûriyê bi rêkeftina bi HSDê re li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bûye.
S. B