HSD ji navçeyeke din a sînorî vedikişe
Karwaneke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kûrahiya 32 K.M ji navçeyeke nêzîkî sînorê Tirkiyê vekişiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Karwaneke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kûrahiya 32 K.M ji navçeyeke nêzîkî sînorê Tirkiyê vekişiya.
Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih da zanîn, îro karwaneke HSDê ji navçeyeke Til Temirê ya sînorî vekişiya piştî riya navdewletî M4, ku 32 K.M ji sînorê Tirkiyê dûr e.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, dê hêzên pasewanên sînor ên artêşa Sûriyê li ser sînor li şûna HSDê bicih bibin.
Amaje bi wê jî da, îro Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê dê gereke din li ser sînor encam bide.
Vekişîna hêzên HSDê ji sînorê bi Tirkiyê re, di çarçova lihevkirina Rûsî – Tirkî tê, ku yek ji xalên wê lihevkirinê ew e, divê HSD di heyama 150 demjimêran de 32 K.M ji sînor dûr bibe.
S. B