353 rêxistinên Bakur banga aştiyê li hikûmeta Tirkiyeyê dikin
Ji 21 bajarên bakurê Kurdistanê 353 sazî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir ku êrişên bo Rojavayê Kurdistanê rawestîne.
K24 – Diyarbekir
Ji 21 bajarên bakurê Kurdistanê 353 sazî û rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir ku êrişên bo Rojavayê Kurdistanê rawestîne. Sazî û rêxistinan daxwaz ji Hikûmetê kirin ku li bakûr jî dest ji şêwaza tundûtujîyê berde û bi rêya siyasetê li çareserkirina pirsgirêka Kurd bigere.
Ji 21 bajarên bakur 353 sazî û rêxistinên civakî yên sivîl li Diyarbekirê bi daxûyaniyeke hevpar rexne li polîtîkaya Hikûmetê ya navxwe û Rojavayê Kurdistanê girt in û ragihandin ku bi polîtîkayên şer û ewlehiyê tu pirsgirêk çareser nabin. Nûnerê Konferderasyona Sendîqayên Xebatkarên Şoreşger li Diyarbekirê Mehmet Şîrîn Gurbuz got; em jî dixwazin wekî hemû gelên cîhanê li ser axa xwe azad bijîn.
Rêveberê sendîqaya DÎSKê Mehmet Şîrîn Gurbuz ji K24ê re got: "Her dewlet polîtîkaya xwe dimeşîne. Tu dewletên bê polîtaka û bêxebat tune ne, lê divê ev polîtîka jiyana welatiyên aram bike. Îro em nikarin li Amedê, li Wanê, li Mêrdînê û bajarên din li derve çalakiyên xwe bikin. Ev jî qedexe ye û lê em vê qebûl nakin. Em dixwazin jiyaneke birûmet bijîn."
Partiyên siyasî, komele, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl yên bakûr ji têkçûna pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd ve bang li rêveberên Hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku dest ji polîtîkayên ewlehiyê berde û bi siyaset û diyalogê pirsgirêkan çareser bike. Hevseroka Şaxa HDP'ê ya Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik ragihand ku divê Tirkiye li navxwe û derve polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan bigûhere.
Hevseroka Şaxa HDPê ya Diyarbekirê Hulya Alokmen Uyanik ji K24ê re got: "Em her dem dibêjin ku dikarin hemû pirsgirêkan bê şer çareser bikin. Sekna van saziyan jî gelekî girîng e. Divê Hikûmet dengê dengê van saziyan bibihîse."
Nûnerên 353 sazî û rêxistinên sivîl ragahindin ku tevî ku gelemperiya dewletên cîhanê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên ser Rojava ne jî Tirkiye di şer dest ji israra xwe bernade. Nûnerên sazî û rêxistinan ji raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dixwazin ku ji bo rawestandina şer hewil bidin û alîkariya çareserkirina Pirsgirêka Kurd bikin.