Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li rawêjakarê asayîşa nîştîmanîya Îraqê

Evro, Yekşembîyê 27/10/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li Falih Feyad, rawêjkarê asayîşa nîştîmanîya Îraqê.

K24- Hewlêr

Evro, Yekşembîyê 27/10/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li Falih Feyad, rawêjkarê asayîşa nîştîmanîya Îraqê.

Di dîdarekê de, ku rêber Ehemed, wezîrê navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê amade bû, gotûbêj hatin kirin derbarê peywendîyên di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqa Fedral de, tekez jî hat kirin li ser çirrkirina hewlan daku bigehin bi çereseryekê bo arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor Destûr.

Herweha behsa giringî ya hebûna hevahengîya zêdetir hat kirin di navber hêza Pêşmerge û hêzên Îraqî de bo berengarbûna metirsîyên teroristên Daişê.

 Herweha tekez hat kirin ku pêwîste rêz li daxwazîyên aştîyane yên xwenîşanderên Îraqê bihêt girtin û herweha piştêvanîyê li pêngavên çaksazîyên Adil Ebdulmehdî dikin.