Rûsyayê: Zanîyarî negehiştîye me derbarê kuştina Bexdadî

Wezareta berevanîya Rûsyayê, ragehand: Ti zanîyar negehiştîye me derbarê kuştina Ebûbekir Bexdadî.

K24- Hewlêr

Wezareta berevanîya Rûsyayê, ragehand: Ti zanîyar negehiştîye me derbarê kuştina Ebûbekir Bexdadî.

Wezareta berevanîya Emerîkayê rede dike, ku wan ti alîkarîyek pêşkeşî hêzên Emerîka nekirîye bo ku bi ser asmanê Idlib re bifirin.

Ev gotinên wezareta berevanîya Rûsyayê piştî wê yekê dihêt, ku evro , Donald Tiramp, serokê Emerîkayê kuştina Ebûbekir Bexdadî ragehand û supasîya Rûsyayê jî kir bo alîkarîkirina hêzên Emerîkayê di piroseya kuştina Bexdadî de.

Îgor Kunaşîkov, efserê bilindê wezareta berevanîya Rûsyayê, daxuyanî wezareta berevanîya Rûsyayê vexwînd û têde ragehand, wan zanyarî nîne derbarê encamdana operasyona serbazî ya Emerîkayê li deverên jêr desthilata Tirkiyê li Idlibê.