Nêçîrvan Barzanî: Ji navbirina Bexdadî, Pêngaveka mezina şerê dijî terorê ye
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de kuştina Ebûbekir Bexdadî, serê rêxistina terorîstiya Da’îşê bi serkeftineke mezina şerê dijî terorê da zanîn,
K24- Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de kuştina Ebûbekir Bexdadî, serê rêxistina terorîstiya Da’îşê bi serkeftineke mezina şerê dijî terorê da zanîn, lê dûpat dike ku ew yek bi wateya bi dawîhatina terorê nahêt, lew berdewamiya hevkarî û hemahengiya civaka navdewletî bo nehêlana terorê û aydolojiya Da’îş bi pêwîst dizanê.
Eve jî deqa wê peyamê ye:
Herêma Kurdistanê wekî beşeke girîng û serekiya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş, ji navbirina Ebubekir Bexdadî, serê rêxistina terorîstiya Da’îş bi pêngaveka mezina şerê dijî terorê dizane û pêzanîna xwe radigihîne bo hewla Amerîka û hemû ewên bi her awayekê beşdar bûn li serkeftina vê operasyonê.
Kuştina Bexdadî, piştî ji navbirina bi nav xelafeta Da’îşê, pêngaveke girînge, lê ew yek bi tu awayekê wateya bi dawî hatina teror, hizir û aydolojiya Da’îş nagehînê, metirsiya dûbare bihêzbûna tevgerên terorîstan hêj jî glek heye û Da’îş û girûp û hevşêweyên wê li navçeyê hêj di bizavê de ne û gefê li asayîşa hemû cîhanê dikin. Ji bo wê yekê pêwîste civaka navdewletî di hevkarî û hemahengiya dijî terorê de berdewam be, neku her tenê ji alîyê serbazî ve, lê hewl û hevkarî bihên bihêzkirin bo pêşvebirina perwerde û kultûra bi hevre jiyan, hevdû qebûlkirin, lêborîn û nehêştina wê zemîneya ku teror û xelkên wekû Bexdadî berhem dihîne.
Herêma Kurdistanê glelek qurbanî daye bo ji navbirina terorê ku li navçeya me û li Iraqê, Êzdî, kirîstîyan, Mûsilman û hemû pêkhatên olî û neteweyî rûbirûyê tawanên tirsokên Da’îşê bûne. Niha jî bi hemû awayekê berdewam dibe li hevkarîkirina civaka navdewletê li şerê dijî teroprê û berenagarî aydolocîya û hizra tarî ya Daişê dibe bo rêgirtinê ji dûbare serhildan û bihêzbûna Da’îş û terorê di navçeyê de û parastina asayîş û azadyê li cîhanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27/10/2019