Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê: Jinavbirina Bexdadî pêngeveka giringe lê dawîya terorê ye
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil, ragehandinek belav kir derbarê kuştina Ebûbekir Bexdadî, xelîfeyê Daişê.
K24- Hewlêr
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil, ragehandinek belav kir derbarê kuştina Ebûbekir Bexdadî, xelîfeyê Daişê.
Ev jî deqa wê ragehandinê ye:
Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji navbirina Ebûbekir Bexdadî, serkirdeyê rêkxistîya teroristîya Dewleta Îsalamî li Îraq û Şamê (Daiş) bi pêngaveke giring dizane , lê ne dawîya teror û tundrewîyê ye.
Herêma Kurdistanê wek pişkeke sereke ya Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê, berdewame li berengarbûna hizra tundrewîyê. Ji bo vê yekê jî qurbanîyeke mezin daye û her li ser destê Pêşmergeyên qehreman jî efsaneya rêkxistîya teroristîya Daişê hat têkşikandin û ev jî destpêka daheriftina evê rêkxistîya teroristîye.
Bêguman jinavbirina ev teroristê mezin, dawîya teror û tundrewîyê nîye, lê divêt sedemên hizra tundrew bihên binbirrkirin û hewlên ciddî jî bihên dan bo çaresekirina arêşe û jêkevtên teror û tundrewîyê.
Cotyar Adil
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistnê
27/10/2019