Hikumet yasa ya weberhînanê dişîne perlemanê
Hikumeta Herêma Kurdistanê, bi van nêzîkan yasaya weberhînanê dihêt şandin bo Perlemanê. Dr. Mehemed Şukrî, serokê desteya weberhînanê bi Kurdistan24 ragehand: Ew yasa dihêt hevwarkirin nemaze jî ewa peyweste bi sizayan. Serokê firakisyona Gorranê hêvîdare yasaya nû wek yasaya berê nebe.
K24- Hewlêr

Li sala 2006, perlemana Kurdistanê yasaya weberhînanê pesind kirîye, yasekeke di qonaxeke dîyarkiriî de bû sedema geşekirina pişkek ji abûrîya Kurdistanê û rakêşana sermayeguzarîya bîyanî bo Herêmê, hevdem jî, ew rexneyên arasteya evê yasayê jî dihên kirin ne kêm in ku kêmtirîn giringî daye paraztina bikarber û mafeke mezin daye daye weberhênerî. Evan jî weha kirîye hikumet hizir li pêşnîyaza hevwarkirina wê de bike.
Perlemana Kurdistanê, niha li benda hevwarkirina yasayê ye, çunku ew yasa ya niha heye bûye sedema duristbûn dewlemendên nişkê.
Piştî sala 2006ê ve 868 pirojeyên weberhînanê bi behaya 50 Milîyar Dolaran li Herêma Kurdistanê di 10 sêkteran de hatîne encamdan.
Li gor zanyaryan di evê hevwarkirinê de li gor sêkteran guhertin di destûdananê de dihêt kirin. Hevdem guhertin jî di kilêşeya desteya weberhînanê jî dihêt kirin û fermangeheke dûv çûn û pilandananê dihêt duristkirin.