Birîndareka Rojava ya Kurdistanê çîroka topbaran û şewitana mala xwe vedigêre
Jineke Kirîstîyan, dema 18 rojane bi sedema birîndarbûna wê di hêrişên Tirkiyê de bo ser Rojavaya Kurdistanê, li nexweşxaneya Qamişlo raza ye û tenduristîya wê ne başe. Nujdarên nexweşxaneyê dibêjin: Çareserkirina wê li vir nîne û divêt biçe derve ya welat bo çareserîyê.
K24- Hewlêr

Culêt Îsa, yeke ji birîndarên Rojavaya Kurdistanê, ku bi sedema topbarankirinên Tirkiyê birîndar bûye, çîroka birîndarbûna xwe bo Kurdistan24 vedigêre û dibîje: Em gehiştîn ber derê mal, me dengê topbarkirinê bihîst. Me zaro derbaz kirin û serkevtîn nav otombêlê, lê min dît agir beribû pîvanka elikitrîka mal, ez jî hatim xwar daku agirî vemirînim daku mal agir negire, wê demê gulle topek li nêzîl min kevte xwarê. Tenê min hin hay ji xwe hebû ku birîndar bûm.
Fadî Hebsono, çend roje li nexweşxaneyê li gel hevjîna xwe (Culêt) rûniştîye û dibêje: Herçende li vir çareserî başe, lê pêwîstî bi çareserîyê heye li derveya Suiryê. Heke kawdanên jîyanê hevkar be diçîn derveya welat, heke na nekarîn ti tişan bikîn.
Nujdarê Culêtê derbarê tenduristîya wê bi Kurdistan24 re got: Birîneke kûr heye ji alîyê rastê ve ku zîyan gehandîye birbire ya pişta wê. Di zigê wê de jî birîneke mezin heye, em jî li gor ew dermanên me hene rojnae wê tîmar dikîn.