Emerîkî careka din vegerîya bingehên xwe li bakura rojhelata Sûriyê
Hêzên Emerîkî careka din vegeriyane bingehên xwe li bakura rojhelata Sûriyê.
K24- Hewlêr
Hêzên Emerîkî careka din vegeriyane bingehên xwe li bakura rojhelata Sûriyê.
Rewangeha Sûriyê ya Mafê mirovan belavkirîye, zêdetir ji 500 leşkerên Emrîkî bi çek û alavên serbazî û locsitî, vegeryan bingeha serbazî ya xwe di navbera Tel Temir û Tel Bêder, ku dikeve nêzîk rêya sereke ya M4.
Herweha Rewangehê aşkera kirîye, ku di dema pênc rojan de çend firokeyên Emerîkî jî kel û pelên leşkerî û locsitî li xwe digirt, li firokexaneya Sirîn tevgereke wan ya zêde hebû .
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belavkirîye, piştî destipêkirina êrîşa Tirkyê li ser rojavayê kurdistanê Emerîkayê biryara vekşandina 1000 serbazên xwe da ji bakura rojhlata Sûriyê û hêzên xwe ji hin bingehan wê navçeyê vekşand.