Li derdora Serê Kaniyê şer derketiye
Li gundewarê Serê Kaniyê şer di navbera HSD û mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê derketiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundewarê Serê Kaniyê şer di navbera HSD û mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê derketiye.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, li bajarokê Zergan ê ser bi Serê Kaniyê ve, şer di navbera çekdarên mîlîşyayan ji aliyekî û şervanên HSDê û hêzên artêşa Tirkiyê de ji aliyekî din ve derket.
Herwiha artêşa Tirkiyê jî gundê, Til Umran Um Uşib û Bab El Ferec yên heman deverê topbaran kirin.
Li gor medyaya nêzîkî HSDê jî, wan bersiva êrîşên mîlîşyayên çekdar dane û hejmarek ji çekdaran hatine kuştin û birîndarkirin.
Herwiha duh li gundewarê Serê Kaniyê ji encama şer û pevçûnan 6 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûbûn.
Ev yek di demekê ye, hîna heyama rêkeftina Rûsî – Tirkî bidawî nebûye û agirbest li wê herêmê heye, lê HSD Tirkiye û çekdarên mîlîşyayan bi binpêkirina agirbestê tometbar dike.
S. B