HSD bi hevrêziya bi hêzên Rûsî re ji sînor dûr dikeve

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevrêziya bi Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê re, îro ji navçeyên sînorî bi kûrahiya 30 K.M vedikişe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevrêziya bi Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê re, îro ji navçeyên sînorî bi kûrahiya 30 K.M vedikişe.

Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê Sergey Romanenko ragihand, moleta vekişîna HSD/YPG ji 30 K.M ji sînorê Sûriye – Tirkiyê şeva bê 29ê Cotmehê bidawî dibe. Piştre gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî heta kûrahiya 10 K.M li rojava û rojhilata operasona Tirkiyê destpê dikin.

Sergey Romanenko got jî, divê hêzên HSD/YPG berî demjimêr 18:00 ji şeva 29ê Cotmehê ji bilî bajarê Qamişlo, 30 K.M ji sînor dûr bikeve.

Herwiha da zanîn jî, divê hemû hêzên YPGê ji Minbic û Til Rifetê jî vekişin.

Roja 22ê Cotmeha 2019an Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî têgihîştineke îmze kiribû, yek ji xalên wê jî ew e ku hêzên HSD/YPGê 30 K.M di heyama 150 demjimêran de ji sînor vekişin û piştre gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî destpê bikin.

Di wê çarçovê de, duhî hêzeke HSDê bi hevrêziya bi hêzên Polîsa Leşkerî ya Rûsî ji bajarokê Amûdê vekişiyabûn û 30 K.M dûr ketibûn.

 

S. B