10 wezîran, serwet û samanên xwe bo Desteya Destpakîyê aşkera kirin

Desteya Destpakîya Herêma Kurdistanê ragehand, 10 wezîrên Herêma Kurdistanê forma aşkerakirina serwet û samanên xwe bo wan vegerandîne.

K24- Hewlêr

Desteya Destpakîya Herêma Kurdistanê ragehand, 10 wezîrên Herêma Kurdistanê forma aşkerakirina serwet û samanên  xwe bo wan vegerandîne.

 Di ragehandinê de, Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê ragehand: Piştî şandina formên aşkerakirina serwet û samanan bo berpirsên kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, bi mebesta aşkerakirina serwet û samanên wan û dûv re jî vegerandina wan forman bo desteyê. Heya niha ew wezîrên forim vegerandine, ev in:

  • Wezîrê şarawanî û geştûguzarê
  • Wezîra karûbarên Civakî.
  • Wezîrê bazirganî û pîşesazîyê.
  • Wezîrê pilandananê.
  • Wezîra çandin û çavkanîyên avê.
  • Wezîrê perwerde.
  • Wezîrê karûbarên şehîdan û enfalkirîyan.
  • Wezîra Herêmê bo karûbarên perlemanê.
  • Wezîrê Herêmê bo karûbarên pêkhateyan