Li Dirbêsiyê êrîş dijî Hêzên Rûsî
Hêz a Rûsî, ku di çarçoveya Rêkeftina Soçî de hatî Dirbêsiyê ya rojavayê Kurdistanê rastî êrîşê hat
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêz a Rûsî, ku di çarçoveya Rêkeftina Soçî de hatî Dirbêsiyê ya rojavayê Kurdistanê rastî êrîşê hat.
Nûçegîhana K24 ji Dirbêsiyê ragihand, ku êrîşek dijî Hêz a Rûsî ji devera Tirkiye ve pêkhat.
Di encama êrîşê de 6 welatiyê sivîl û hin serbazên Rûsî brîndar bûn e.
Ligor hatî ragihandin, top a hatî avêtin, nêzî otombil a serbazî ya Rûsî ket û êrîş jî, ji alî milişyatên ser bi Tirkiye ve pêk hat.
Li devera ku top ketî de, sivîl û rojnamevan jî hebûn e.
Hefteya berê di navbeyna Rûsya û Tirkiye de lihevhatinek ancam da bû, ku agirbestek 150 demjimêrî hatibû biryar dan.
Îro dem a 150 demjimêrî ya agirbestê bidawî dibe.
C.B